ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Îdîaya êrişa DYA’yê li ser tankerên bi ala Îranê
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Kendava Ummanê du tankerên neftê yên bi ala Îranê ku dihat îdîakirin dixwestin dorpêça Amerîkayê binpê bikin, kirine hedef. Îranê jî Amerîka bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir -
Ji Îranê ji bo Tengava Hurmuzê saziyeke nû ya deryavaniyê
Îranê ji bo zêdekirina kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmuzê ku yek ji xalên herî krîtîk ên bazirganiya enerjiyê ya cîhanê ye, saziyeke nû ya dewletê ava kir -
DYE bi 17 milyar dolarî fuzeyan difiroşe welatên Kendavê
Rêveberiya DYE'yê firotina xizmetên leşkerî û fuzeyên parastina hewayî ya ji bo Kûweyt, Îmarat û Bahreynê erê kir ku buhayê xwe bi qasî 17 milyar dolar e. -
DYE û Îran hev sûcdar dikin: Li gorî Trump agirbest dewam dike
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump îdîa kir ku li gel şer jî agirbesta bi Îranê re dewam dike. Îranê îdîa kir ku DYE agirbestê binpê dike. -
Trump gef li Îranê xwar: Lihevkirin nebe 'em ê hîn bi xurtî lê bixin'
Serokê DYE'yê Donald Trump piştî êrişên li ser keştiyên şer ên Emerîkî yên li Tengava Hurmuzê bang li Îranê kir ku 'bi lez' peymanê îmze bike. Trump got, eger ev nebe wê 'bi rengekî hîn hişk' bersivê bidin. -
Gera nû ya hevdîtinan a di navbera Îsraîl û Libnanê de hefteya bê tê plan kirin
Tê plankirin ku hevdîtinên bi rojeva agirbest û ewlehiyê di navbera Îsraîl û Libnanê de, di 14-15’ê Gulanê de li Washingtonê bên kirin. Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun, hevdîtin bi şertê peymana ewlehiyê û qedandina êrîşên Îsraîlê ve girê da -
Aqûbeta 19 girtiyên siyasî li girtîgehekî Îranê nayê zanîn
Saziya Mafê Mirovan ya Îranê hişyarî li ser xirabûna rewşa mirovî ya li Girtîgeha Qizilhesar ya Kereç da û ragihand ku girtî di bin êşkenceya tund de ne û ji ber nebûna derman jiyana wan di xeteriyê de ne. -
'Celadê Enfalê' yekemcar derket pêşberî dadger
Li Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê darizandina Acac Ahmed Tikriti destpê kir ku weke "Celadê Enfalê" tê naskirin. Ahmed Tikriti ku bi êşkence, birçîhiştin, destdirêjiya li jinan û sûcên şer tê sûcdarkirin, di lêpirsînê de sûcdarî qebûl kir. -
Pezeşkiyan ê bi Macron re axivî: DYE'yê xiyanet kir
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi xiyanetê sûcdar kir. -
Di êrişa Îsraîlê de fermandarekî payebilind ê Hîzbûllahê hate kuştin
Li banliyoyên başûr ên li paytexta Lubnan Beyrûdê, di êrişa hewayî ya Îsraîlê de yek ji fermandarên payebilind ê yekîneya Radwan a Hîzbûllahê Malek Ballout hate kuştin. -
DYE'yê keştiyek petrolê ya Îranê xist
CENTCOMˊê ragihand ku hêzên wan li Tengava Hurmuzê li keştiyek petrolê ya Îranê xistiye û ew ê dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê berdewam bike. -
Trump gef xwar: ‘Ger lihevkirin çênebe, wê bombebaraneke dijwartir pêkbê’
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku ger Îran peymanê qebûl neke, ew ê êrîşên dijwartir bidin destpêkirin. Îhtîmala lihevkirinek di navbera aliyan de hîn jî li ser maseyê ye. -
Îranê mal û milkên 62 muxalîfan desteser kir
HRANA’yê ragihand ku Îranê mal û milkên 62 xwepêşander, girtiyên siyasî, çalakvan, rojnameger û kesên ku li derveyî welat jiyan dikin, desteser kir. -
Gelo lihevkirina DYE-Îranê nêz e? 48 saetên krîtîk
Li gorî Axios'ê Washington û Tehran ji her demê zêdetir nêzî peymanekê ne ku şer bi dawî bike û ji bo muzakereyên nukleer zemîn amade bike. Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf jî got, dibe pêvajo veguhere aştiyê. -
Hevdîtina Îran-Çînê: Divê şer bi lez bisekine
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi bi hempîşeyê xwe yê Îranî re li Pekînê rûnişt û xwest, şerê li Rojhilata Navîn bi lez bisekine. Her wiha bang kir ku Tengava Hurmuzê jî di dema herî kurt de jinûve bê vekirin. -
Li nêzî Tehranê agir bi navendeke bazarê ket: Herî kêm 8 kes mirin
Li bajarokê Endîşe yê li nêzî Tehranê agir bi navendeke bazarê ket. Herî kêm 8 kes mirin, nêzî 40 kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. -
DYE: Di şerê Îranê de 'qonaxa êrişê qediya'
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio anî ziman ku di rageşiya bi Îranê re qonaxa êrişê bi dawî bûye. Donald Trump jî got, wan operasyona deryayê ya li Hurmuzê bi rengekî demkî sekinandine. -
Pentagon: Tevî pevçûnan jî li Hurmizê agirbest berdewam dike
Dema ku di navbera DYA û Îranê de li Tengava Hurmizê êrişên beramberî hev pêk tên, Pentagonê parast ku agirbest xira nebûye û trafîka deryayî bi qismî hatiye ewlekirin -
DYE’yê welatiyên xwe hişyar kir: Demildest Iraqê biterikînin
Balyozxaneya DYE’yê ya li Bexdayê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku neyên Iraqê û eger niha li wir bin, demildest biterikînin. -
Li Îranê darvekirin û zext dewam dikin
Li Îranê cezayê darvekirinê yê ji bo 6 girtiyên siyasî û xwepêşander hatî dayîn, hate înfazkirin. Girtiyên siyasî yên jin jî ji mafên xwe yên esas bêpar hatin hiştin. -
Hêzên Îranê 6 kes binçav kirin
Hêzên îranê di nava hefteya dawî de li Rojhilatê Kurdistanê 6 kes binçav kirin. Aqûbeta binçavkiriyan nediyar e. -
Rageşiya li Hurmuzê zêde dibe
Agirbesta hesas a di navbera Îran û DYE’yê de li gel şer û pevçûnên li Tengava Hurmuzê û îdîayên êrîşên li ser Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî ji nû ve kete talûkeyê. -
Li Başûrê Libnanê di navbera Hizbullah û leşkerên Îsraîlê de şer derket
Hizbullahê ragihand ku tevî agirbestê, di şerê li ser xeta sînor de bersiv dane hewildana pêşveçûna yekîneyên Îsraîlê; Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun jî ji bo hevdîtina bi Netanyahu re got: "Hîna ne dema guncav e." -
Li Hurmuzê rageşî zêde dibe: DYA’yê rêzikên angajmanê guhertin
Tê angaşt kirin ku DYA’yê li Tengava Hurmuzê qaîdeyên angajmanê guhertine; li aliyê din çapemeniya Îranê angaşt kir ku mûşekek li keştiyeke Amerîkayê hatiye xistin. Pentagonê angaştên êrîşê derewand -
Lîderê Hîzbûllah: Li Lubnanê agirbest nîne
Sekreterê Giştî yê Hîzbûllahê Naîm Kasim diyar kir ku êrîşên Îsraîlê didomin û got, rewşa heyî ne agirbest e, lê ‘êrîşeke domdar e’.